Werzişkarên ciwan ku ji ber pratîka qeyûman a bi salan tu xizmetekî negirtin, di nav du salên dawî de li dû hev şampiyonî bi dest xistin.
Hemû tîmên Belediyespor a Rezan, ku di dema qeyûman de tu piştgirî negirtin û çavkaniyên wan hatin qedandin, du sal in serkeftinên mezin bi dest xistin. Yek ji wan jî tîma me ya futbolê ya U18 e.
Werzişkarên ciwan ku li Amedê bûn şampiyon, di Şampiyoniya Tirkiyeyê ya 5-7ê Gulanê de ku dê li Xarpêtê were lidarxistin dê bajarê me temsîl bikin. Werzişkar, antrenorên wan û tevî rêveberiya klûbê hatin serdana Hevşaredara me Leyla Ayaz. Alîkarê Hevşaredaran Sûat Ozdemîr û endamên me yên Meclisê jî di serdanê de amade bûn.
Hevşaredara me destnîşan kir ku piştgiriya wan ji bo ciwanan dê her tim berdewam bike û diyar kir ku bi taybetî li hember tiryakê ew ê bi hev re têkoşînê bidomînin. Ayazê ciwan pîroz kirin û berdewamiya serkeftina wan xwest.