Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan, bi kampanyaya “Gotina me neqediya, em ê tundiyê bi hev re bidine sekinandin” xebatên xwe berdewam dike. Me li Rezê, bi xwendekaran re yên ku xwe ji bo konservatuwarê amade dikin, Kargeha “Azadkirina Zayenda Civakî” li dar xist. Dema ku ji aliyê psîkologa saziya me ve pêşkêşiyek hat kirin, me ramanên xwe beramberî hev parve kirin. Ji bo jiyaneke wekhev a li dijî tundiyê û newekheviya ku rolên zayendparêz diafirînin, me bi hev re nîqaşa wan meşandin.