Rêveberiya me ya Park û Baxçeyan, xebatên lênêrîn, çêkirin û nûkirinê yên li parkan berdewam dike. Tîmên me di Parka Ciwanan a Hala Nû de ji bo kamelya û bankên rûniştinê xebateke berfireh a lênêrîn û çêkirinê pêk anîn.

Di encama kontrolên ku ji aliyê tîmên me yên teknîkî ve hatin kirin de parçeyên kêm, şikestî û xisardîtî hatin tespîtkirin û çêkirina wan û guherînên pêwîst hatin kirin. Yên ku di rewşa nekêrhatî de bûn hatin nûkirin. Qadên rûniştinê, bi boyaxkirinê jî ji bo bikaranînê hatin amadekirin.
Bi vî awayî hem ewlehiya bikaranînê hat zêdekirin hem jî birêkûpêkirina jîngehê bi aheng lihevhatî bû, dîmenekî paqijtir û estetîktir derket holê.
Şaredariya me dê xebatên lênêrîn, çêkirin û nûkirinê yên ku di park û qadên me yên hêşîn de pêwîstî pê heye bi rêkûpêk berdewam bike.