TR | KU
A- A+

Gulistana Zimanan bi xebatan ji nû ve zindî dibe

01 ئایار 2026

Parka Gulistana Zimanan a ku ji bo gel qadeke bêhnstendinê ya taybet e, bi xebatên revîzekirinê hat nûkirin.

Gerinendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya me, ji bo Rezanekê hîn kesktir û hêniktir, li qadên kesk xebatên ekolojîk dimeşîne. Parka Gulistana Zimanan a ku ji bo gel qadeke bêhnstendinê ya taybet e, bi xebatên revîzekirinê hat nûkirin.
Di çarçoveya xebatan de "peyzaja hişk" hat çêkirin û bi vî awayî hem teserûfa avê hat peydakirin hem jî dîmenekî estetîk derket holê. Li qadên kêm mayî; gul, darên zeytûnê yên bonzaî, darên oyayê û serviyên şîn hatin çandin.
Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Siraç Çelik, li gel Alîkarê Hevşaredar Suat Özdemir û midûrê yekeyê, xebatên li parkê ji nêz ve şopandin û lêkolîn kirin.

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button