TR | KU
A- A+

Xebatên Çêkirina Asfaltê Didomin

12 حوزەیران 2026

​Gerînendetiya me ya Karûbarên Fenê, bi armanca ku veguhastinê bi ewletir û hêsantir bike, daxwaz û hewcedariyên gel bi awayekî lez û çalak pêk bîne, xebatên xwe yên parastin û çêkirina riyan didomîne. Bi taybetî çalên ku ewlehiya maşîne û peyayan bi awayekî neyînî xira dikin, bi xebata tîmên me yek bi yek tên girtin.

​Tîmên me di çarçoveya bernameya diyarkirî de xetereyên ku li kolan û cadetan hatine tespîtkirin ji holê radikin û xebatên çêkirin û sererastkirina asfaltê bênavber didomînin. Bi xebatên ku tên kirinê, hem ewlehiya ajotinê tê xurtkirin, hem jî rê hîn bêtir bikaranîner dibin.

​Di vê çarçoveyê de, li Taxa Baxcîlarê li Kolana 1250'an xebatên çêkirina asfaltê tên meşandin.

​Xebatên me di çarçoveya plansaziyan, daxwaz û hewcedariyên gel de, li her derê navçeya me dê berdewam bikin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button