Ji bo bidawîkirina neyartiya di navbera malbatên Özpınar û Kaya de, Partiya DEMê herdu malbatên me ji bo lihevanînê vexwendin û şîveke aştiyê ji wan re amade kir.
Di bernameyê de, ku li Taxa Şehîtlikê hate lidarxistin, Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk, Hevşaredarên Bajarê Mezin û hevşaredarên navçeyên, endamên meclîsa şaredariyê, Hevserokên Parêzgeha Amedê yên Partiya DEMê, Hevserokê rêxistina bajêr ê DBPê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdar bûn.
Di bernameyê de peyamên aştî, yekîtî û hevgirtinê hatin dayî, û girîngiya bidawîkirina neyartiyê û bidestxistina aştiya civakî hate teqez kirin.