
Koroya Jinan a Şaredariya Baglarê di pîrozbahiyên 8ê Adarê de bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Koroya ji karmend û stajyerên jin pêk tê, hevgirtina jinan tîne ser dikê.
Şaredariya Bağlarê di çarçoveya kampanyaya "Em hîn jî dev ji axaftinê bernedane, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" û çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Navneteweyî de, Koroya Jinan ava kir. Koroyê di şahiyên 8ê Adarê de, ku bi dirûşmeya "Em li dijî kuştina jinan serî hildidin, em ber bi azadiyê ve dimeşin" hatin lidarxistin, performansa xwe nîşan da û melodiyên koroyê bi pesindaneke berfireh hatin pêşwazîkirin.
Koroya Jinan ji karmendên şaredariyê û stajyeran pêk tê.
Koroya ku ji karmendên jin û stajyerên Şaredariya Bağlarê pêk tê, di meha Çile de hate damezrandin. Koroyê di demek kurt de repertuwarek berfireh pêş xist û ji bo performansa xwe pesnên mezin wergirt. Koroya ku li Mala Bağlarê, ku girêdayî Rêveberiya Jinan e, dixebite, ji tîmek 32 kesan pêk tê.