TR | KU
A- A+

Li dijî kuştina jinan li Rezanê daxuyaniyek hat dayîn

28 ئەیلوول 2026

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya DEMê, li navçeya Rezanê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin da ku balê bikişînin ser zêdebûna kuştinên jinan û banga çalakiyê bikin.

 

Bi pêşengiya Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Baglarê ji bo balê bikşînin ser zêdebûna qetilkirinên jinan û banga têkoşînê bikin, daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de ku li Çaryana Dortyolê pêk hat Hevseroka Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz,  Hevseroka Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan û gelek jin amade bûn.

Di meha dawî de 4 jin hatin qetilkirin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak di axaftina xwe de diyar kir ku ew bi hemû avabûna jinan a ku di warê têkoşîna li dijî şidetê de dixebite û bi îradeya siyasî ya bajêr re li qadê ne û got: “Di meha dawî de li Amedê 4 jin hatin qetilkirin. Ya dawî Ayfer Çakmak; li vir, li Baglarê, li kuçeya mala xwe ya ku lê rûdinişt ji aliyê kesê herî nêz ve, ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Mixabin Ayfer Çakmak 5 zarokên xwe li pey xwe hiştin. Dîsa her du jinên ku beriya wê hatibûn qetilkirin, ji aliyê hevjînê ku dixwest ji hev veqetin, bixwaze berde an jî berdaye ve kişandin xefikê û kişandibûn qada giştî û hatibûn qetilkirin.”

‘Divê em bi hev re hesabê wê bipirsin’

Hevşaredar Bucak banga hişyarbûna li dijî sistêma êrîşkar li her qadê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku em vê çareser bikin divê em hişyar bin, heta ku em vê çareser bikin divê em rêxistinkirî bin, heta ku em vê çareser bikin divê em bi hev re hesabê van qetilkirinên jinan bipirsin. Jin hene, dê hebin; jin li vir in û jin dê xwedî li hev derkevin.”

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button