
Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bağlarê û hemû saziyên jinan ên li Dîyarbekirê broşûr belav kirin ku tê de agahî li ser sazî û mekanîzmayên ku jin dikarin li dijî şîdeta li ser jinan bi dest bixin hebûn.
Rêxistinên jinan ên li Dîyarbekirê, di nav de Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bağlarê jî, li dijî kuştina jinan û şîdeta li ser jinan xebatên girîng kirine. Di çarçoveya kampanyaya "Me soza xwe neaniye cih; em ê bi hev re şîdetê rawestînin" de, li Parka Koşuyolu stand hatin danîn. Li ser standan broşûr hatin belavkirin ku nav, navnîşan û hejmarên têlefonê yên hemî sazî û mekanîzmayên ku jin dikarin li dijî şîdetê serî lê bidin hatine rêzkirin.
Her wiha di çarçoveya bernameyê de slayt-şowek ku ev agahî tê de hebûn jî hate nîşandan.
Piştî slaytê, broşûr li jinên li parkê hatin belavkirin.