
Ji bo ku karmendên Beşa Xizmetên Jin û Malbatê karibin di rewşa qezayên ku dibe ku çêbibin de zû û bi hişmendî mudaxele bikin, semînerek "Alîkariya Yekem" ji wan re hat dayîn.
Ji bo karmendên Rêveberiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bağlarê semînerek alîkariya yekem hate lidarxistin. Semîner ji hêla karmendên Rêveberiya Xizmetên Tenduristiyê ve hate meşandin.
Di semînera ku li Hewza Avjeniyê ya Zarokan a Solinê hat lidarxistin de, li ser alîkariya yekem a bingehîn, destwerdanên ku di rewşên awarte de werin kirin û teknîkên rizgarkirina jiyanê agahdariyên berfireh hatin dayîn.
Di semînerê de, li ser gelek mijarên wekî "Nirxandina nexweş/birîndar û cihê bûyerê", "Piştgiriya jiyanê ya bingehîn", "Astengkirina nefesê", "Binêre-guhdarî bike-hest bike", "Alîkariya yekem di ta û qezayên zarokan de" jî agahî hatin dayîn.