"Nobeda Edalet û Bîranînê ya Jinan", ku ji aliyê Tora Amed a li dijî Tundiya li ser Jinan û kuştinên jinan ve hatiye destpêkirin, hefteya xwe ya heştemîn berdewam kir.
Nobeda ku dê 10 hefteyan li ber Dadgeha Amed berdewam bike, hefteya xwe ya heştemîn berdewam kir.
Nobeda Hevşaredara Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz, endamên meclîsê, Rêveberiya Polîtîkayên Jinan, Meclîsa Jinan, pêkhateyên Tora Amed a li dijî Tundiyê, rêxistinên jinan, hevşaredar û gelek jin beşdarî nobedê bûn, hevgirtinê xurt kirin.
Çîrok û têkoşîna jinên ku hatine kuştin hatin parvekirin, û banga berfirehkirina têkoşîna ji bo jiyaneke wekhev û azad hat kirin.