TR | KU
A- A+

 Li Xincikê Li Dijî Tundiyê Em Tên Cem Hev: Me Rêbazên Têkoşînê Gotûbêj Kirin

16 تشرینی دووەم 2026

​Bi dirûşma “Li dijî tundiyê bi têkoşîna rêxistinkirî niha dem dema jinê ye” li Navenda Jiyanê ya Jinan a Mala Xincikê civîn hat lidarxistin. 

​Di bin pêşengiya Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan de, xebatên me yên civînên jinan ên ku di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî û Hevgirtinê ya li Dijî Tundiya Hemberî Jinê de tên lidarxistin, didomin.

​Bi dirûşma “Li dijî tundiyê bi têkoşîna rêxistinkirî niha dem dema jinê ye” li Navenda Jiyanê ya Jinan a Mala Xincikê civîna ku me pêk anî; ji bilî kursiyerên me û jinên şêniyên taxê, Hevşaredara me Leyla Ayaz, Hevseroka Bajar a Partiya DEM'ê Fatima Uzul Levent, Berdevka Meclîsa Jinan, hevşaredar û rêveberên navçeya Rezanê yên Partiya DEM'ê û DBPyê, endamên Meclîsa me, gerînendeya yekeya me û kedkarên şaredariyê beşdar bûn.

​Hevşaredara me Leyla Ayaz di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî tundiya li ser jinê û hevgirtina jinan û destnîşan kir ku ev têkoşîn dê bi hîn mezinkirinê jî bidome.

​ Di çarçoveya civînê de ji aliyê derûnînasa saziya me ve xebata kargehê ya bi sernavê “Tundî û Cureyên Tundiyê” hate lidarxistin.

​Jinan bi parvekirina ezmûn, çavdêrî û ramanên xwe yên di nava jiyanê de û bi pêşkêşkirina pêşniyarên çareseriyê, hêzeke mezin dan civîna me.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button