Di çarçoveya çalakiyên 25ê Mijdarê de Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Hemberî Jinê de nîşandana belgefîlma Jinwarê pêk hat.
Di çarçoveya çalakiyên 25ê Mijdarê de Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Hemberî Jinê, bi dirûşma “Bi Hêza Cewherî û Bi Vîna Azad Niha Dem Dema Jinê Ye” civîna jinan hate lidarxistin.
Hevşaredara me Leyla Ayaz, TJA, endamên meclisa me, Rêxistina Navçeya Rezanê ya Partiya DEM'ê, Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan û jinên şêniyên taxê beşdarî civînê bûn. Di çarçoveya civînê de nîşandana belgefîlma Jinwarê pêk hat.
Di belgefîlmê de çîroka Gundê Jinwarê ku li Rojava ji aliyê jinan ve bi keda wan hatibû avakirin, hate vegotin. Hat destnîşankirin ku di nava hevgirtinê de, li ser esasê hilberîna hevpar û jiyana kolektîf, jinan jiyana xwe çawa rêxistin kirine, ev yek hate destgirtin û nirxandin.