Navenda Ciwanan a Rezanê ya girêdayî Gerînendetiya me ya Xizmetên Ciwan û Werzîşê, bi kargeh û kursên cihêreng xwe digihîne welatiyan. Yek ji van kursan jî werzîşa sibehan e ku me ji bo jinan li dar xistiye. Îro me dest bi werzîşa xwe ya sibehan kir.
Antrenman û meşên ku bi tevlîbûna perwerdekara pispor pêk tê, di van meşan de jin hem werzîşê dikin hem jî tên cem hev û bi vî awayî enerjîk û bi tendurist dest bi rojê dikin.
Bi werzîşa sibehan a ku dê di seranserê havînê de hefteyê 6 rojan berdewam bike, em jiyaneke bi tendurist û hevgirtinê bi hev re mezin dikin.