
Ji bo jin û karmendên ku beşdarî qursên li Bağ Evi ya Şaredariya Bağlarê dibin semînerek "Xwarina Saxlem" hate lidarxistin.
Li Mala Bağlarê bi hevkariya Rêveberiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bağlarê û Rêveberiya Karûbarên Tenduristiyê semînerek li ser "Xwarina Saxlem" hate lidarxistin. Hev-Cîgira Şaredar Jiyan Aslan, Rêvebera Karûbarên Tenduristiyê û Rêvebera Xizmetên Jin û Malbatê jî beşdarî semînerê bûn, ku ji bo stajyerên Mala Bağlarê û karmendên jin hatibû amadekirin.
Di semînera ku ji aliyê karmendên Navenda Tenduristiyê ve hat dayîn de, agahî li ser girîngiya xwarina saxlem li dijî nexweşiyan hat dayîn.
Di semînerê de, rola xwarinê û girîngiya kontrolên tenduristiyê yên birêkûpêk di pêşîgirtina li pirsgirêkên tenduristiyê yên mezin ên wekî penceşêra kolonê de hate tekez kirin.
Semîner bi pirs û bersivan berdewam kir.