Ji hêla Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Navenda Tenduristiyê semînera li ser penceşêra pêsîran û ya devê malzarokê hate lidarxistin.
Ji hêla Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Navenda Tenduristiyê ve sazkirina semînerên tenduristiyê yên ji bo jinan didomin. Di vê çarçoveyê de ji bo kurskarên li Navenda Jinan a Kardelenê semînera li ser penceşêra pêsîran û ya devê malzarokê hate lidarxistin. Semîner ji hêla Gerînendeya Xizmetên Tenduristiyê ve bi Kurdî hate dayîn. Li ser penceşêra pêsîr çi ye, nîşanên wê, bandorên wê, rêjeya dîtinê, organên ku li ser wan belav dibe, faktorên rîskê, rêbazên teşhîskirina zû, standardên sehîkirinê û parastina ji penceşêra pêsîrê, bi mînakan agahî hate dayîn. Pişt re di derbarê penceşêra devê malzarokê de agahî hatin dahin. Semîner bi dîmenan û pirs û bersivan hate çespandin.
Agahdarî li ser Navenda me ya Tenduristiyê hate dahin û hat bibîrxistin ku jin dikarin ji navenda me bi awayekî bêpere xizmetê bistînin.