Ji bo nîqaşkirina li ser çalakî û atolyeyên Navenda Piştevaniya Jinan û Jiyanê ya Kardelenê, civîneke jinan hat lidarxistin. Karûbarên navendê dê li gorî pêşniyar û pêdiviyên jinan bên şekildan.
Gerinendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê, li Parka Körhatê hevsitîna jinan lidarxist. Hevşaredar Leyla Ayaz, Cîgira Hevşaredar Jiyan Aslan, endamên jin ên meclîsê û Midûra Polîtîkayên Jinan beşdarî çalakiyê bûn. Mijara sereke ya civînê xebatên Navenda Piştevaniya Jinan û Jiyanê ya Kardelenê bû. Digel parvekirina agahiyan derbarê çalakiyên plankirî yên navendê de, jinan pêdivî, daxwaz û hêviyên xwe anîn ziman. Çalakî û atolyeyên navendê dê li ser bingeha pêşniyar û pêdiviyên ku ji aliyê jinan ve hatine anîn ziman, bên sazkirin.