Wekî Şaredariya Rezanê, me di Konferansa 25'an a Çavdêriya Demokrasiya Beşdar a Navneteweyî (OIDP) de ku li bajarê Kraków ê Polonyayê hat lidarxistin, pêşkêşiya xwe ya bi sernavê "Participatory Budgeting Baglar Model: Your City, Your Budget, Your Decision - Modela Rezanê ya Bûtçeya Beşdar: Bajar ê te te, bûtçe ya te ye, biryar a te ye" pêk anî.
Modela Rezanê ya Bûtçeya Beşdar a ku me bi perspektîfa rêveberiya herêmî ya demokratîk bi gel re xiste pratîkê, li qada navneteweyî jî rastî eleqeyeke mezin tê.
Wekî Şaredariya Rezanê, me di Konferansa 25'an a Çavdêriya Demokrasiya Beşdar a Navneteweyî (OIDP) de ku li bajarê Kraków ê Polonyayê hat lidarxistin, pêşkêşiya xwe ya bi sernavê "Participatory Budgeting Baglar Model: Your City, Your Budget, Your Decision - Modela Rezanê ya Bûtçeya Beşdar: Bajar ê te te, bûtçe ya te ye, biryar a te ye" pêk anî.
Di konferansê de Hevşaredara me Leyla Ayaz, Cîgirê Hevşaredar Reşat Yucel û Kordînatorê Yekeya Bûtçeya Beşdar Sedat Yıldız cih girtin. Di pêşkêşiya ku ji aliyê Reşat Yucel ve hat kirin de, birêveçûna Modela Bûtçeya Beşdar, xebatên qadê yên ku li taxan têne meşandin û beşdariya rasterast a welatiyan di pêvajoyên biryardanê de hatin vegotin û parvekirin.
Di rûniştinê de ku nûnerên rêveberiyên herêmî yên ji welatên cuda, akademîsyen û saziyên ku di qada demokrasiya beşdar de dixebitin tê de cih girtin, ezmûna Rezanê rastî eleqeyeke mezin hat.
Hat kirpandin û diyarkirin ku Modela Bûtçeya Beşdar ne tenê rêbazeke bûtçeyê ye, di heman demê de modeleke rêveberiya herêmî ya demokratîk e ku welatî rasterast tevlî pêvajoyên gotin, biryar û pêkanînê dibin.