Di Hejmara Adar-Nîsanê ya Kovara Bajêr û Şaredariyan de ku ji hêla Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ve tê weşandin, Modela Rezan a Budceya Beşdar a şaredariya me cih girt.
Di Hejmara Adar-Nîsanê ya Kovara Bajêr û Şaredariyan de ku ji hêla Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ve tê weşandin, Modela Rezan a Budceya Beşdar cih girt. Hevşaredarê Siraç Çelîkî û Alîkara Hevşaredaran Jiyan Aslanê di Forûma Şaredarîtiyê (BELFOR) de ku li Enqereyê hate lidarxistin li ser Budceya Beşdar axivîbûn û eleqeyek mezin dîtibû.
Bi perspektîfa rêveberiyên cihkî yên demokratîk, Modela Budceya Beşdar a Rezan ku me par li taxên Bagcilar û Kaynartepeyê bicîh anî, îsal li Oglakliyê dest pê kiriye û dê li taxên Yûnûs Emre û Yenîkoyê berdewam bike, wekî sepaneke mînak li BELFORê bala mezin kişand. Sepana Budceya Beşdar di warê beşdarbûn, wekhevî û rêveberiya cihkî ya demokratîk de wekî modelek girîng di rojevê de ye.