TR | KU
A- A+

Butçeya Beşdar li Yunus Emre û Yenîkoyê ye:

10 حوزەیران 2026

​Modela Butçeya Beşdar a Rezanê ya ku me di rêveberiyên xwecihî yên demokratîk de bi avêtina gaveke dîrokî xist meriyetê, li taxên Yenîkoy û Yunus Emreyê dest pê kir.

​Modela Butçeya Beşdar a Rezanê ya ku me di rêveberiyên xwecihî yên demokratîk de bi avêtina gaveke dîrokî xist meriyetê, li taxên Yenîkoy û Yunus Emreyê dest pê kir. Di vê xebata ku dê mehekê bidome de, dê 4 civînên gel werin lidarxistin. Şêniyên taxê dê daxwazên xwe bînin ziman, li ser sibêroja taxa ku lê dijîn dê bi hev re bifikirin, nîqaş bikin û biryarê jî dê bi xwe bidin.

​Beriya yekemîn civîna gel a ku dê roja Înê, ango di 12'ê Hezîranê de li Taxa Yenîkoyê pêk were, bi tîma qadê re civînek hate lidarxistin.

​Civîna ku bi psîkologa saziyê û koordînatorên Budçeya Beşdar re hate lidarxistin; rola tîmên qadê ya di pêvajoya budçeya beşdar de, ka dê zerengiya civakî çawa pêk bîne û roleke çawa bilîze, komên ku rewşên wan ên xweser hene û bi dezavantaj in dê bi wan re pêwendiyeke çawa were danîn, teknîkên ku ji bo vê yeke were bikaranîn û xalên ku divê em li ser baldar bin, tev di xebatên qadê de, bi mînakên pratîkî hatin ragihandin û parvekirin.
 


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button