
Şaredariya Baglarê hilweşandina avahiyên terikandî yên ku ji bo jiyan û ewlehiyê tehdît dikin didomîne. Ekîban du avahiyên din ên terikandî li taxa Kaynartepe hilweşandin.
Hilweşandina avahiyên kavilbûyî yên li taxa Kaynartepe ya Bağlarê, ku ji bo jiyana niştecihan, bi taybetî zarokan, xetereyê çêdikin, berdewam dike. Du avahiyên kavilbûyî yên li Kolana 243-an ji aliyê Daîreya Plankirin û Bajarvaniyê û Daîreya Karên Giştî ya Şaredariya Bağlarê ve hatin hilweşandin. Niştecihên herêmê kêfxweşiya xwe anîn ziman ku daxwazên wan hatine bicîhanîn.
Avahiyên terikandî dibin sedema ku niştecih li taxên xwe xwe ne ewle hîs bikin û ewlehiya wan tehdît dikin. Tîmên Şaredariya Bağlarê hilweşandina van avahiyên terikandî didomînin.