TR | KU
A- A+

Xebatên rê li taxa Kaynartepe bi hemû leza xwe berdewam dikin

14 تەمووز 2025

Midûriyeta Karên Giştî ya Şaredariya Baglarê, xebatên nûjenkirina rê yên ku li Taxa Kaynartepe dest pê kirine didomîne.

Mudîriyeta Karên Giştî ya Şaredariya Baglarê li taxa Kaynartepe xebatên xwe yên rê didomîne. Di çarçoveya xebata ku ji 28ê Hezîranê ve berdewam dike de, li ser Kolana 235an bi tevahî 3 hezar û 200 metrekare kevirê rê hatiye danîn.

Ekîb dê li Kolana 233an dest bi xebatê bikin û piştî temamkirina nûjenkirina Kolana 235an, dê wekî qonaxa din derbasî Kolana 234an bibin. Ev projeyên ku hatine plankirin ku tevahiya taxê bigirin nav xwe, li gorî daxwaz û pêdiviyên niştecihan têne şekilkirin.

Welatiyan ji ber xebatên ku di tevahiya rojê de hatine kirin kêfxweşiya xwe anîn ziman.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button