
Yekem Civînên Budçeya Beşdar a Şaredariya Bağlarê îro li taxa Kaynartepe tê lidarxistin. Tîm ji bo civînê derî bi derî digerin.
Duyemîn Civîna Budçeya Beşdar a Şaredariya Bağlarê îro li Taxa Kaynartepe, herêma pîlot a ku ji bo projeyê hatiye hilbijartin, tê lidarxistin. Di civînê de dê li ser pêvajoya budçeya beşdar, naveroka civînên pêşerojê û çawaniya beşdarbûna welatiyan were nîqaşkirin. Pêşniyar û daxwazên niştecihan jî dê werin guhdarîkirin.
Tîmên Budçeya Beşdar a Şaredariya Bağlarê bi rojan e ku li taxan derî bi derî digerin, welatiyan agahdar dikin û wan vedixwînin civînan.
Eleqe û piştgiriya gelê herêmê jî berbiçav e.