Li cihê me yê duyemîn a Şahiyên Havînê yên Gerok ên li Parkan ku me bi siyaseta xwe ya şaredariya civakparêz hildan ser xwe, îcar li Parka Korxetê bû. Bi beşdariya Hevşaredarê me Siraç Çelik, Cîgira Hevşaredarên me Jiyan Aslan û Endamên me yên Meclisê, di şahiyeke rengîn de lem hatin cem hev.
Bi kargehên Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan,
Bi Koma Muzîkê ya Xincikê,
Bi kargehên werzîşê yên Gerînendetiya me ya Xizmetên Ciwan û Werzîşê,
Bi kargehên zimanê dayikê yên Meclisa me ya Ziman,
Bi kargehên hunerê yên Gerînendetiya me ya Karên Çand û Civakî re em hatin cem hev.
Bi xizmetên tenduristiyê yên di cih de yên Navenda me ya Tenduristiyê em gihîştin welatiyan.
Gerînendetiya me ya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Publicê Re jî bi Maseya Çareseriya di Cih de daxwazên li qadê tomar û qeyd kirin.
Zarokan di çalakiyên werzîşê û hunerê de demeke berhemdar derbas kirin. Ciwan û jinan eleqeyeke mezin nîşanê çalakiya me dan û di vê êvara havînê ya rengîn de hevgirtinek mezin ji bo me kirin.4
Êvara Pêncşemê, 6'ê Tebaxê jî em ê li Parka Meydana 5'ê Nîsanê bicivin.