
Rûniştina 5emîn a Civîna Meclîsê ya Şaredariya Baglarê ya Mijdarê li Parka Rîhan a li Taxa Mevlana Halit pêk hat.
Şaredariya Baglarê civînên xwe yên meclîsê li qadên giştî li dar dixe. Di vê çarçoveyê de, civîna çaremîn a civîna meclîsê ya Mijdarê duh li Parka Göletli ya li Taxa Bağcılarê pêk hat. Rûniştina pêncemîn îro li Parka Rîhan a li Taxa Mevlana Halit bi beşdariya gel pêk hat. Civîn di bin serokatiya Hevserok Siraç Çelik de dest pê kir. Hevserok Çelik civînê bi gotina ku têkoşîna gel a li dijî qeyûman dê berdewam bike vekir. Piştî axaftina vekirinê, li ser xalên rojeva meclîsê nîqaş hatin kirin.