
Civîna Meclîsa Şaredariya Baglarê ya Kanûnê dest pê kir. Tayînkirina qeyûman û girtina hevşaredaran hate protestokirin. Hevşaredar Siraç Çelik bal kişand ser neqanûnîbûna rewşê û got, "Em vê yekê qebûl nakin."
Civîna Meclîsa Şaredariya Baglarê ya Kanûnê li Hola Civînê ya Meclîsa Şaredariyê dest pê kir. Meclîsa Kanûnê, bi serokatiya Hevşaredaran Leyla Ayaz û Siraç Çelik, li dijî tayînkirina qeyûman û girtina hevşaredaran nerazîbûn nîşan da.
Siraç Çelîk bertek nîşanî tayînkirina qeyûman li Colemêrg, Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih, Halfetî, Dêrsim, Ovacik û herî dawî Bahçesarayê da û destnîşan kir ku ew ti hiqûqê qebûl nakin.
Çelîk diyar kir ku qeyûm li ser îdiayên bêbingeh hatine tayînkirin û girtin hatine kirin û got: "Herî dawî Hevşaredarê me yê Kayapinarê Cengîz Dûndar hate binçavkirin. Sedema binçavkirina wî çalakiyên wî yên sendîkayî bûn. Piştî ku hate binçavkirin hate girtin. Me li ser her platforman diyar kir ku em kiryarên neqanûnî yên ku têne kirin qebûl nakin. Her çend der barê wî de biryarek dawî neyê dayîn jî, hevşaredar hatin girtin. Herî dawî Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, ku di bin çavdêriya malê de bû, hate girtin. Em van kiryarên neqanûnî qebûl nakin û dibêjin ku em ê her gav li cem hevşaredarên xwe bin."
Piştî axaftina Hevserok Çelik, li ser xalên rojeva Meclîsê nîqaş hatin kirin.