Di çarçoveya bernameya ku ji aliyê Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan ve hat lidarxistin de, em li baxçeyê fêkiyan a şaredariya xwe bi jinên kursiyer re hatin cem hev.
Di çarçoveya bernameya ku ji aliyê Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan ve hat lidarxistin de, em li baxçeyê fêkiyan a şaredariya xwe bi jinên kursiyer re hatin cem hev. Bi beşdariya Cîgira Hevşaredara me Jiyan Aslan û gerînendeya yekeya me, fêkiyên ku li baxçeya me gihîştine me bi hev re çinîn/kom kir.
Fêkiyên ku me kom kir, bi keda jinan dê bibin rîçal. Jinên ku li baxçe keda kolektîf didin, dê pêvajoya hilberînê jî bi hev re berdewam bikin.
Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan; xebatên xwe yên ku jin di qadên civakî, çandî û ekolojîk de tên cem hev, li ser bingeha hevgirtinê berdewam dike. Em bi hev re hilberînê dikin, parve dikin û li dijî nêrîn û nêzikatiyên ku hewl dide keda jinê ji nedîtî ve were, em hevgirtinê jî mezin dikin.