Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya me ya Rezanê, ji bo parastina gula Muhemmediyeyê ya ku di nava mîrateyên xwezayî û çandî yên Amedê de xwedî cihekî taybet e û bigihîne nifşên siberojê, xebat da destpêkirin.
Qelemên gulê yên ku hatin peydakirin, li seraya cihên şitilan ya ku girêdayî Gerînendetiya me ye, ji bo ku reh berdin axê, hatin çandin.
Bi vê xebatê tê armanckirin ku gul werin zêdekirin, belavkirin û di qadên hêşîn ên bajêr de ji nû ve jiyanê bibîne.
Şaredariya me bi parastina mîrateya xwecihî ya nebatan armanc dike ku nirxên çandî û xwezayî yên bajêr bigihîne nifşên siberojê.