TR | KU
A- A+

Narîn di salvegera yekem a kuştina wê de li ser gora xwe hate bîranîn.

21 ئاب 2025

Hevşaredarên Baxlarê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk di salvegera qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî de li ser gora wê bi bîr anîn.

Narîn Güran a heşt salî, ku li taxa Tavşantepe ya navçeya Baxlar a Dîyarbekirê hatibû kuştin, di salvegera yekem a kuştina wê de li ser gora wê hate bîranîn. Hevşaredarên Şaredariya Baxlarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin û navçeyê yên Dîyarbekirê, hevserokên bajaran ên Partiya DEM û DBP, endam meclîsê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî bîranînê bûn.

Di bîranînê de hate destnîşankirin ku der barê kuştina Narînê de pêvajoyek darizandinê ya bi bandor nehatiye meşandin û kiryarên rastîn hîn jî nehatine eşkerekirin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button