Navenda me ya Tenduristiyê ku girêdayî Gerînendetiya Karên Tenduristiyê ye, di çarçoveya 25ê Mijdarê de Roja Têkoşîna Navneteweyî û Hevgirtinê ya li Dijî Tundiya Hemberî Jinê, li Gundê Hawarê Xasê xebateke tenduristiyê pêk anî.

Semînereke agahdarkirinê ya li ser penceşêra pêsîrê ji aliyê xebatkarên me yên Navenda Tenduristiyê ve hat lidarxistin. Her wiha pîvandina tansiyon û şekirê xwînê ya jinan hat kirin û Sehîkirina tenduristiyê pêk anîn.
Ji bo zarokan jî pîvandina dirêjahî û giraniyê hat kirin. Ji bo zarokên ku pêşketina paşvemayî li wan hate tespîtkirin, piştgiriya vîtamînê hat dayîn. Firçeya diran û macûna diran bi zarokan re hatin parvekirin.
Em ji bo her kes bi hêsanî bigihîjin xizmetên tenduristiyê, xebatên xwe didomînin.