TR | KU
A- A+

LI OGLAKLIYÊ BIRYAR A GEL E: PROJEYÊN KU HATIBÛN PÊŞNIYARKIRIN HATIN GOTÛBÊJKIRIN

08 ئایار 2026

 

Sêyemîn hevdîtina Budçeya Beşdar ku ji hêla Şaredarîya me ya Rezan û Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve bi gelê Oglakliyê re hat lidarxistin pêk hat.
 

Ji bo19 projeyên ku ji pêşniyarên gel derketin holê "Hevdîtina Nîqaş û Gotûbêja Hevpar" hat lidarxistin. Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bûcak, Parlamenterê Partiya DEM'ê yê Amedê Serhat Eren, Endamên Meclisê, Alîkarên Hevşaredaran, Alîkarê Serokê Komeleya Peyana Reformên Cihkî Gonen Orhan û nûnerên pardar jî beşdar bûn.

Gelî li ser projeyan nêrînên xwe parve kirin û projeyên ku dixwazin di cihnûmaya dengan de hebin anîn ziman. Hemû pêşniyar yek bi yek hatin gotûbêjkirin.

Niha dema dengdanê ye. Bi dengdanê dê 3 projeyên ku ji nava van 19 projeyan herî zêde deng girtine werin destnîşankirin û di hevdîtina çaremîn de werin ragihandin.

#baglarmunicipality #baglarmunicipality

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button