Navenda Ciwanan a Rezan, hem bi xebatên xwe yên werzîşê, hem jî bi xebatên ziman, çand û hunerê dibe navnîşana ciwan, zarok û jinan.
Navenda me ya Ciwanan a Rezan, hem bi xebatên xwe yên werzîşê, hem jî bi xebatên ziman, çand û hunerê dibe navnîşana ciwan, zarok û jinan.
Em di kursên ziman, muzîk, wênesazî, lîstikên hiş û aqil, kişik, step aerobîk, pîlates, tenîsa maseyê, tenîsa kortê, voleybol, basketbol û futbolê de bi hezaran hemwelatiyan re hatin ba hev.
Navenda me her wiha xebatên ji bo têkoşîna li hember pêgiriya madeyê, çalakiyên bi beşdariya malbatan, nîşandana fîlman û semînerên li ser çand, huner, ziman û tenduristiyê pêk anîn.
Bi meşên xwezayê, turnûvaya tenîsê ya 8ê Adarê, Turnuvaya Tenîsê ya Rezan Cup, futbola navbera taxan, basketbola kuçeyan û turnûvaya kişikê, çalakiyên seyar ên gundan û çalakiyên dawiya demsalê her rojê ji çalakiyan têr û tije diqedîne