TR | KU
A- A+

Xebatên piştî barana zêde dest pê kirin berdewam dikin

10 تشرینی یەکەم 2024

Tîmên Şaredariya Bağlarê li ser avahiyên ku ji ber baran û tofana dijwar zirar dîtine, xebatên tamîr û lênêrînê kirin.

Dema ku tîmên Şaredariya Baglarê ji bo çareserkirina pirsgirêkên baran û tofana dijwar a di 22ê Îlona 2024an de li Dîyarbekirê çêbûn, Hevşaredar Leyla Ayaz û Siraç Çelik li kêleka welatiyan sekinîn û guh dan daxwaz û pêdiviyên wan. Li ser daxwaza welatiyan, Hevşaredaran yekîneyên peywendîdar erkdar kirin.

Tîmên Daîreya Karên Giştî li taxên Şêx Şamîl û Fatîh karên ku ji wan hat xwestin kirin. Tîman ji bo pêşîgirtina li kombûna ava baranê xebitîn û avahiyên zirardar tamîr kirin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button