Bi feraseta şaredariyê ya ekolojîk û beşdar, em xebatên darvekirinê yên li gund û mezrayan bi gel re didomînin. Bi xebata ku li Gundê Sakalî û Mezraya Beykayayê pêk hat, bi sedan dar hatin çandin.
Di xebata darçandinê de ku ji aliyê Gerînendetiya me ya Park û Baxçeyan ve û bi beşdariya welatiyan pêk hat, Hevşaredara me Leyla Ayaz, Cîgira Hevşaredara me Jiyan Aslan, Endamên Meclîsê, gerînendeyê yekeyê, kedkarên me yên şaredariyê, xwendekar û şêniyên gund tev amade bûn.
Di vê xebatê de ku li Dibistana Seretayî ya Kelekê, li derdora malên şînê û mizgeftê de hat kirin; bi sedan şitilên ji cûreyên çinarê, bêhnkok, darê spî û sêlvîka şîn hatin çandin.