
Tîma Basketbolê ya U18 ya Şaredariya Baglarê, piştî ku hemû maçên xwe yên lîgê bi ser xistin û kûpaya şampiyoniyê bi dest xistin, serdana Hevserokan Leyla Ayaz û Siraç Çelik kir.
Tîma Basketbolê ya Mêran a Şaredariya Baglarê ya U18 salî bi serketina di hemû maçên lîgê de kûpaya şampiyoniyê bi dest xist. Şampiyonên lîgê dê bajarê me di şampiyoniya herêmî de ku dê li Elezîzê were lidarxistin temsîl bikin.
Lîstikvan û rahênerên tîmê serdana Hevserok Leyla Ayaz û Siraç Çelik kirin. Hevserokan pîrozbahî li lîstikvanên ciwan kirin û ji wan re serkeftinên berdewam xwestin.
Leyla Ayaz, ku di heman demê de Seroka Lijneya Rêveber a Klûba Sporê ya Şaredariya Baglarê ye, tekez kir ku ciwanan serkeftinên girîng bi dest xistine û ew ê her gav piştgiriyê bidin ciwanan.