Gerinendetiya Karûbarên Fenê li Taxa Şêx Şamilê li Kolana 505an (Sîteya Doktoran) li qadeke nêzîkî 7 hezar metreçargoşeyî xebata raxistina kevirên peyarêyê kete nava bernameya çêkirinê.
Gerînendetiya me ya Karûbarên Fenê, bi armanca ku li seranserê navçeyê ji bo welatiyan veguhastineke bi ewle û rehetir pêk were, xebatên nûkirina peyarêyan didomîne.
Di vê çarçoveyê de, li Taxa Şêx Şamilê li Kolana 505an (Sîteya Doktoran) li qadeke nêzîkî 7 hezar metreçargoşeyî xebata raxistina kevirên peyarêyê kete nava bernameya çêkirinê.
Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê tîmên şaredariyê ve hatin destpêkirin de, di qonaxa yekem de li qadeke 200 metreçargoşeyî kevirên peyarêyê hatin raxistin.
Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk, Cîgirê Hevşaredarê me Reşat Yucel, endamên Meclîsa me çûn serdana kedkarên li qadê û gerînendeyê yekeyê. Her wiha derbarê xebatê de ji wan agahî wergirtin. Xebatên me li gorî bernameya diyarkirî dê di demeke herî kurt de ji bo werin temamkirin, berdewam dikin.