TR | KU
A- A+

Li Dijî Tundiyê Em Li Her Qadê Tên Cem Hev, Hevgirtina Xwe Mezin Dikin

12 تشرینی دووەم 2026

​Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan, xebatên xwe yên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî û Hevgirtinê ya li Dijî Tundiya Hemberî Jinê didomîne.
 

Di vê çarçoveyê de em li Navenda Hevgirtinê ya Jinan a Kardelenê di civîna jinan de hatin cem hev.
Ji bilî kursiyerên me û jinên şêniyên taxê, Hevşaredara me Leyla Ayaz, Cîgira Hevşaredar Jiyan Aslan, endamên Meclîsa me, gerînendeya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa me ya Jinan jî tevlî civînê bûn. Jinan di civînê de reng, gotin û ramanên xwe parve kirin û hevgirtinê mezin kirin.

Hevşaredara me Leyla Ayaz diyar kir ku armanca sereke ya civînên di çarçoveya 25ê Mijdarê de tên lidarxistin xurtkirina hevgirtina jinan a li dijî tundiyê ye û destnîşan kir ku ev têkoşîn dê bi biryardarî were domandin.

Piştre ji aliyê Derûnînasa saziya me ve kargeha bi sernavê “Tundî û Cureyên Tundiyê” hate lidarxistin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button