TR | KU
A- A+

Me Ji Bo Kesên Lênêrînê Dikin ‘Kargeha Têkiliya Bandorbar’ Li Dar Xist

06 تشرینی دووەم 2026

Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan, di çarçoveya kampanyaya “Gotina Me Neqediya ye, Em ê Tundiyê Bi Hev Re Bisekinînin” de, li Mala Lîstikê ya Zarokan û Hewza Avjeniyê ya Solînê, ji bo kesên ku lênêrînê dikin “Kargeha Têkiliya Bandorbar” li dar xist.

Di kargeha ku ji aliyê derûnînasa saziyê ve hat lidarxistin de; rola empatiyê, guhdarîkirin û bikaranîna ziman a di nava têkiliyê de hat gotûbêjkirin. Di xebata ku bi riya şêwazên têkiliyê yên ku di jiyana rojane de tên avakirin de hate meşandin, li ser bandora zimanê tê bikaranîn û rêbazên têkiliyê yên li ser têkiliyên di navbera kesan de jî hate sekinandin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button