🧹 Tîmên me yên ku girêdayî Şaredariya Rezanê ne, li dijî bandorên neyînî yên barana zêde li qadê ne û lê dimînin. Tîmên me yên ku girêdayî Gerînendetiya me ya Karên Paqijiyê ne, bi armanca pêşîgirtina li lehiyê û ji bo valakirina avê, li mazgal û devikên rogarê paqijî kirin. Bermahiyên ku baranê bi xwe re anîne, ji ser mazgalan hatin rakirin û bi vî awayî herikîna avê pêk hat.
Cihên ku xebateke berfireh lê hatine kirin ev in:
Li Kolana Ahmet Kaya
Li Bûlwara Aydın Arslan
Li Kolana Cemîlogluyê
Li Kolana Emekê
Li Kolana Evrîm Alataşê
Li Xetboyuyê
Li Kolana Karanfil 7an
Li Bûlwara Medîneyê
Li Kolana Molaguranî
Li Kolana Newrozê
Li Kolana Tegmenê