
Navenda Çandê ya Arî ya Şaredariya Bağlarê ji bo kesên ku di koroya zarokan de perwerdehiyê dibînin li Sûrê çalakî li dar xist.
Navenda Çandê ya Arî, ku bi Rêveberiya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bağlarê ve girêdayî ye, ji bo zarokan geştek ber bi navçeya dîrokî ya Sûrê ve li dar xist. Zarokên ku beşdarî koroya navendê bûn, serdana Qesra Cemîl Paşa, Maketa Sûrê ya Dîyarbekirê û Mala Dengbêjan kirin.
Zarokên ku guh didan kilamên dengbêjan, beşdarî xebateke girîng a ji bo perwerdehiya xwe ya muzîkê dibûn.
Gera dîrokî û çandî ji bo zarokan hem bû amûrek perwerdehiyê û hem jî çalakiyek rengîn.