Ji bo qada jiyanê ya bi ewle û paqij bi pêşengiya Kordînasyona Paqijiyê ya Şaredariya me, em bi hev re xebata xwe berdewam dikin. Di çarçoveya kampanyaya "Bi keda kolektîf bajarên paqij" de, me bi rêveberên malên şînê û salonên dawetan re civînek li dar xist. Hevşaredara me Leyla Ayaz, Hevberdevk û endamên Meclisê, Gerînendeyê Paqijiyê, Serokê Giştî yê Sendîkaya DUSOİŞê Husnu Çîçekçî, Sekreterê Giştî yê Platforma Komeleyên Amedê Nusret Îla rêveberiya wan, tevî rêveberên malên Şînê û salonên dawetan tevlî civînê bûn.
Hevşaredara me Ayaz, diyar kir ku ji bo em bajêrê xwe bi hev re paqij bihêlin îro em hatine cem hev û di mijara paqijiya hawirdor, ewlehî û tenduristiyê de nêzîkatiya xwe ya bi biryar, ya hevgirtinê û keda kolektîf anî ziman.
Beşdaran rewşa xwe ya li taxên xwe û pergala xwe ya xebatê vegotin û ji bo paqijiyeke domdar û bi bandor pêşniyarên xwe anîn ziman. Li Toptancılar bi kom, bi awayekî hevpar xebatê paqijkirinê hat lidarxistin.