
Yekîneya Parastina Jîngehê ya girêdayî Daîreya Paqijiyê, ji bo agahdarkirina niştecihên taxa Şêx Şamîl li ser deverên berhevkirina çopê û demjimêrên wê serdana kir. Yekîneyê bang li welatiyan kir ku bi hev re jîngehê biparêzin.
Daîreya Paqijiyê ya Şaredariya Bağlarê xebatên xwe yên paqijiyê bi beşdariya gel dimeşîne. Yekîneya Parastina Jîngehê, ku di bin daîreyê de hatiye damezrandin, ji bo agahdarkirina niştecihan li ser cih û demjimêrên berhevkirina çopê û teşwîqkirina wan ji bo paqijkirina jîngehê bi hev re bixebitin, derdikeve qadê.
Ji bo vê armancê, yekîneyan li taxa Şêx Şamîl xebat kirin. Wan bi gel re li deverên berhevkirina çopê yên li dora kolanên 531 û 532 û Parka Gulan têkilî danîn, bi her niştecihekî re bi awayekî ferdî civiyan da ku li ser pirsgirêkê agahdarî bidin. Xebatê, ku muxtarê taxê jî di nav de bû, girîngiya xebata hevbeş ji bo paqijkirina jîngehê destnîşan kir.