Gerinendetiya Karûbarên Paqijiyê ya Şaredariya Rezanê, di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya bi dirûşma "Rezanekî paqijtir" de, xebatên xwe li taxan didomîne. Di çarçoveya kampanyayê de, li taxên Körhat û Fatihê çalakî hatin lidarxistin.
Gerinendetiya Karûbarên Paqijiyê ya Şaredariya Rezanê, di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya bi dirûşma "Rezanekê paqijtir" de, xebatên xwe li taxan didomîne. Karkerên paqijiyê li gorî bernameyeke diyarkirî li hemû taxan çalakiyan pêk tînin. Ev xebat şûştin û paqijkirina kolan, peyarê û kolanên kêlekê, herwiha komkirina çopê û rakirina bermayiyan li xwe digirin.
Xebatên vê kampanyayê li taxên Körhat û Fatihê hatin meşandin.
Tekez li ser hevkariya ji bo jîngeheke paqij
Di demekê de ku operasyonên paqijkirinê didomin, tîmên Parastina Jîngehê serdana dikandarên herêmî jî dikin. Di van serdanan de, tîm destnîşan dike ku jîngeheke paqij tenê bi berpirsiyariya hevpar û hevgirtinê dikare were bidestxistin. Dikandar pêşwaziya vê înîsiyatîfê dikin û girîngiya girtina berpirsiyariyê di vî warî de tekez dikin.
Hewldanên ji bo afirandina jîngeheke saxlemtir, guncawtir ji bo jiyanê û domdartir dê berdewam bikin.