Li Navenda Piştgiriya Jinan a Kardelenê atolyeya "Azadkirina Zayendiya Civakî" hat lidarxistin.
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan, di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediya, em ê tundiyê bi hev re rawestînin" de hevdîtina bi jinan re didomîne. Di vê çarçoveyê de, me li Navenda Piştgiriya Jinan a Kardelenê atolyeya "Azadkirina Zayendiya Civakî" lidarxist. Di atolyeya ku me bi jinên ku beşdarî kursên me bûn re lidar xist de, em li ser newekheviyên ku ji ber rolên zayendiya civakî pêk tên, bandora wan a li ser jiyana me û li ser têkoşînê axivîn.