TR | KU
A- A+

Li Dijî Tiryakê Ji Rezanê Bi Dengê Bilind û Bangeke Xurt Hat

04 ئەیلوول 2026

​​Klûba me ya Werzişê ya Şaredariya Rezanê, li ber salona me ya werzîşê, tevî Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be û Komeleya Em Ji Bo Siberojê Li Vir in, daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.

Klûba me ya Werzişê ya Şaredariya Rezanê, li ber salona me ya werzîşê, tevî Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be û Komeleya Em Ji Bo Siberojê Li Vir in, daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de Hevşaredara me Leyla Ayaz, Cîgirê Hevşaredar Suat Ozdemir, endamên me yên Meclisê, Hevserokên Bajar ên DBPê, rêveberiyên bajar û navçeyan ên Partiya DEMê, klûba me ya werzişê, saziyên civakî yên sivîl, zarok û ciwanên werzîşvan jî cih girtin. Ciwanan pankarta "Ciwan ne ber bi jehrê, ber bi siberojeke azad ve dibeze" vekirin.  

​ Hevşaredara me Ayaz, diyar kir ku civak tenê bi vegera ser nirxên xwe dikare ser lingan bimîne û ev bang kir:  

​“Li ser vê esasê, em wekî Klûba Werzîşê ya Şaredariya Rezanê hedef dikin ku li tax û kolanên Rezanê  werzîşe wekî amraz û navgînê bi kar bînin û bikin bingeha têkoşîna li dijî bikaranîna madeyan û bi vê jî hemleya Rabinê mezin bikin. Em bang li ciwanan, jinan, malbatan, saziyên demokratîk, ronakbîran, hunermendan, werzîşvanan û hemû gelê xwe û derdorên xwedîwijdan dikin ku em vê têkoşînê bi hev re mezin bikin.”
  


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button