TR | KU
A- A+

Tîmên me yên voleybol û futbolê di maçan de bi ser ketin

04 تشرینی دووەم 2024

Tîmên Voleybolê yên Jinan û Futbolê yên Ciwanan ên Şaredariya Baglarê di maçên xwe yên dawiya hefteyê de bi ser ketin.

Tîma voleybolê ya jinên ciwan a Bağlar Belediyesporê li hember Amed Gençlerbirliği Sporê rûbirû bû. Her du tîm di çarçoveya Hefteya 1emîn a Lîga Jinên Ciwan de hatin hemberî hev. Bağlar Belediyesporê di maça ku li Hola Sporê ya Köşklerê hat lidarxistin de set bi 3-2 qezenc kir. Tîmê di maça xwe ya li hember Yurdum Kayapınarsporê de jî bi 3-2 qezenc kir.

Tîma Futbolê ya Bağlar Belediyesporê di hefteya sêyemîn a Lîga Super Amator de bi Klûba Çalakiyên Werzîşê ya Bismil 21 re rû bi rû ma. Maç li Tesîsên Werzîşê yên Beyaz Teblişir hat lîstin. Bağlar Belediyesporê maç 10-1 qezenc kir.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button