TR | KU
A- A+

​🔶 LI TAXA YENÎKOY Û YUNUS EMRE PROJE HATIN NÎQAŞKIRIN

26 حوزەیران 2026


Cara sêyemîn li ser hevdîtinên "Budçeya Beşdar a Modela Rezanê" ku li taxên Yenîkoy û Yunus Emreyê tên meşandin, me pêk anî.

 

Cara sêyemîn li ser hevdîtinên "Budçeya Beşdar a Modela Rezanê" ku li taxên Yenîkoy û Yunus Emreyê tên meşandin, me pêk anî. Ji bo projeyên ku li gorî pêşniyarên gel derketine holê, "Hevdîtina Nîqaş û Muzakereyê" hate lidarxistin. Hevşaredara me Leyla Ayaz, endamên meclisê, alîkarên hevşaredarên me, keyayên taxan û nûnerên peywendîdar beşdarî hevdîtinê bûn.

 

​Gel li ser projeyan ramanên xwe parve kirin û anîn ziman ku ew dixwazin ev proje di kaxezên dengdanê de jî cih bigirin. Hemû pêşniyar yek bi yek hatin nîqaşkirin.

 

​Niha dor hatiye dengdanê. Bi dengdanê re ji van 15 projeyan 3 projeyên ku herî zêde deng bistînin dê werin diyarkirin û di hevdîtina çaremîn de jî dê werin eşkerekirin.

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button