TR | KU
A- A+

CIVÎNA DEMOKRASIYÊ LI YENIKOYÊ

12 حوزەیران 2026

Modela Budçeya Beşdar a Rezanê, ku ji hêla Şaredariya Rezanê ve wekî gaveke dîrokî di rêveberiya herêmî ya demokratîk de tê bicîh kirin, li taxên Yeniköy û Yunus Emre tê jiyîn. Civîna yekem a pêvajoyê li Yeniköyê bi eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin. Gel pêşniyarên xwe anîn ziman.

Civîna yekem di çarçoveya Modela Budçeya Beşdar a Rezanê de, ku ji hêla Şaredariya Rezanê ve bi şîara "Bajarê te, budçeya te, biryara te" ji perspektîfa rêveberiya herêmî ya demokratîk ve tê bicîh kirin, li taxa Yeniköyê pêk hat. Civîna berhevkirina pêşniyaran, ku li baxçeyê Pirtûkxaneya Erebê Şemo hate lidarxistin, li taxê bi eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin. Hevşaredarên Leyla Ayaz û Siraç Çelik, cîgirên hevşaredaran, endamên meclîsê, rêveberiyên Partiya DEM û DBP ya Rezanê, nûnerên beşdarên budçeya beşdar, serokê taxê û niştecihên taxê beşdarî civînê bûn.

 

Welatiyan di forumeke vekirî de pêşniyar kirin.

Di civîna yekem de, jin û ciwanan bi berfirehî axivîn û taxên xwe vegotin. Pêdiviyên, pêşniyar û daxwazên wan hatin anîn ziman.

Zarokan kêf kir û  jî pêşniyarên xwe parve kirin.

Di civînê de ji bo zarokan qadeke atolyeyê hat amadekirin. Çalakiyên werzîşî û hunerî hatin organîzekirin. Dema ku zarokan ji çalakiyên rengîn kêf girtin, wan wekî aktorên sereke yên vê pêvajoyê daxwazên xwe anîn ziman.

Pêşniyarên berbiçav ev in:

Qada lîstikê

Paqijî

Xemilandina jîngehê

Navendên jiyana jinan

Rêzikname û kontrolkirina der barê deverên firotina heywanan de

Qada guncaw ji bo bazara taxê

Rêzikname li dora goristanê

Qadên civakî

Hewza avjeniyê

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button