TR | KU
A- A+

​Di Civîna Tora Çavdêriya Xizmetên Herêmî de Modela Rezan a Bûtçeya Beşdar Hat Vegotin

24 تشرینی یەکەم 2026

​Civîna "Tora Çavdêriya Xizmetên Herêmî" pêk hat ku bi hevkariya Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DİTAM) û Konseya Bajar a Amedê hat lidarxistin. Hevşaredarê me Sîraç Çelîk, Cîgirê Hevşaredar Reşat Yucel, endamên meclîsê û kordînatorên Yekeya Bûtçeya Beşdar tevlî vê civînê bûn.

 

​Yek ji mijarên sereke yên civînê serlêdanên Bûtçeya beşdar bûn. Di vê çarçoveyê de Şaredariya me ya Rezanê û Şaredariya Gimgimê ezmûnên xwe parve kirin yên derbarê serlêdanên Bûtçeya Beşdar de û pêvajoyên ku tên meşandin parve kirin.  

 

​Cîgirê Hevşaredar Reşat Yucel bi şiyara “Bajar ê te ye, bûtce ya te ye, biryar a te ye” derbarê Modela Rezan a Bûtçeya Beşdar de ya ku ketiye meriyetê pêşkêşiyek kir.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button