TR | KU
A- A+

Rê bi hev re tên çêkirin: Xebata komînal gund bi gund mezin dibe

19 ئەیلوول 2026

​Politîkaya me ya rêveberiya herêmî ku di pêvajoyên biryardanê û hilberînê de beşdariya rasterast a gel esas digire, li qadê jiyanî dibe û  dikeve meriyetê. Xebatên raxistina kevirên parkeyê yên ku li Yeşîldaliyê berdewam dikin modeleke ava kir û ev modela mînak a hilberîna kolektîf li Quliyê jî dest pê kiriye ku gundekî din ê navçeya me.

Bi perspektîfa rêveberiya herêmî ya demokratîk ku me xebata wê ya komînal li gundê Yeşîldaliyê tevî gel dest pê kiribû, gund bi gund belav dibe. Xebatên raxistina kevirên parkeyê yên ku li Yeşîldaliyê berdewam dikin modeleke ava kir û ev modela mînak a hilberîna kolektîf li Quliyê jî dest pê kiriye ku gundekî din ê navçeya me.

​Şaredariya me piştgiriya alavên teknîkî, kevirên parkeyê yên kilîdî û kelûpelên lojîstîkê dide projeyê; welatî jî bi keda xwe barê  tevahiya vê pêvajoyê digirin ser milê xwe. Welatiyên ku bi rihê komînê tevdigirin, rasterast di avakirina qadên jiyana xwe de dibin xwedî ked û gotinê.

​Şêniyên gund, li gorî esasa xebata birêxistinkirî ku di nava xwe de ava kirine, her roj tevlî xebatê dibin. Bi vê hewldana kolektîf, tê armanckirin ku riyên gund di demeke kurt de temam bibin. Xebata me bi rêzê dê li gundên din jî berdewam bike.

​Hevşaredara me Leyla Ayaz, Cîgirê Hevşaredar Reşat Yucel, endamên Meclisê, Rêxistina Navçeya Rezanê ya Partiya DEM'ê, Gerînendeyê Karûbarên Fenê û kedkarên me di xebatê de cih girtin û bi hev re kevirên parkeyê raxistin.

​Di çarçoveya xebatê de dê 10 hezar metreçargoşe kevirê parkeyê û 5 hezar metre bordûr dê were çêkirin.
 

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button